Adar 29, 2025 15:29 Asia/Tehran
  • NY: Li Xezzeyê her tişt ji wan jîyan ber bi dawîbûnê va ye

Nivîsgeha Rêkxerê Karên Mirovdostane ya NY ragihand ku her tişt li Xezzeyê ji wan alîkarî, dem û jîyan ber bi dawîbûnê va ye.

Yêns Layêrkê Berdevkê Nivîsgeha Rêkxistina Karên Mirovdostane ya NY got ku kiryarên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê cinayetên hovane ne. Wî di civîneke çapemenîyê da ku li Jenewê hat lidarxistin, got ku bi çavê xwe xemsarîya aşkira ya himber jîyan û rûmeta mirovî dibîne.

Layerke herwiha got: Ji ber fermanên Rejîma Sîyonîst ên koçberkirinê, şansê zindîmayîna malbatan ber bi kêmbûnê va ye.

Maykêl Fexrî Raporterê Taybet bi Xwarekê yê NY jî hevgavê vê yekê got ku rejîma Israyîlê bikaranîna xwarekê wek çekê li Zîvala Xezzeyê didomîne û sîyasetên wê bûne sedema mirina bi hezaran zarokî. Sîstema apartayd a Israyîlê filistînîyan ji mafê merivantî û rûmeta merivî bênpar dike. 

Serepeyv