Berteka Hemasê li hemebr şehadeta Qanûi
Tevgera Hemasê ji bilî sipasiya ji ber têkoşînên şehîd Qanûi di rêya berevaniya ji netew û armanca Filistînê, pêgîrî kir ku êrişên Rejîma Siyonîst ser serokên Berxwedanê wê qet vîna wan têk nede û xwîna van şehîdan wê heta dema serkevtinê îlhamê bide Berxwedanê.
Hemasê îro Pêncşemiyê bi weşandina daxuyaniyekî ji bilî piştrastkirina şehadeta Ebduletîf Qanûi di encama êrişa rasterast a sibeha îro ya Rejîma Siyonîst ser konê awareyan li bajarê Cibaliyayê li bakûrê ZÎvala Xezzê, ragihand ku şehîd Qanûi ji dema destpêbûna êrişên dijminê Siyonîst ser Zîvala Xezzê heta dema şehîdbûnê hertim xweragir û berxwedêr bû.
Hemasê pêgîrî kir: Şehîd Qanûi, mînaka fîdakariyê bû û hertim di xizmeta gel û armanca Filistînê bû û tevî xeterên mezin heta rojek jî dest ji cihanîna erkên xwe di her rewşekî da nekişand ta ku di dawiyê de di vê şeva mezin a meha pîroz a ARemezanê, şehîd bû.