Têkçûna pilana dagirkiran ji bo awarekirina filistîniyan
Adar 26, 2025 16:50 Asia/Tehran
Hisam Bedran, endamê polîtboroya Tevgera Hemasê, ji bilî pêwîstiya piştgîriya zêdetir a ji mafê Filistîniyan pêgîrî kir: Rejîma Siyonîst wê nekaribe pilana awarekirina filistîniyan cih bîne.
Hisam Bedran, endamê polîtboroya Tevgera Hemasê, herwiha pêgîrî kir: em li ser sekinandina şêrr û girtina pêşiya xwînrijandinê pêkutiyê dikin, lê dagirkir hevhatin binpê kirine û êrişên xwe didomînin.
Wî herwiha bi rexneya ji rola Amerîkayê di qeyrana Xezzê de pêgîrî kir: Waşîngton navbeynkarekî bêalî nîne belke piştgîriya Rejîma Siyonîst dike û Netaniyahu hîna jî siyasetên xwe yên şerxweziyê didomîne.