Adar 25, 2025 17:06 Asia/Tehran

Çavkaniyên nûçeyan ji rewşa bi hezaran filistîniyên navça Til El Siltan li başûrê Xezzê agahî dan ku di bin bombebaran û êrîşên hovane yên siyonîstan de ne.

Serokê nexweşxaneyên meydanî li Zîvala Xezzêm Merwan El Hems, derbarê rewşa nebaş a bajarê Refehê di bin sîbera êrîşên plankirî yên dagirkeran de li dijî personelên tenduristiyê û rizgarkiran agahî da û got: Siyonîst personelên tenduristiyê dikin hedef û nahêlin xebat bikin. 4 wesayitên Hîva Sor a Filistînê derbasî Refehê bûn, lê têkiliya bi wan re qut bûye. Di heman demê de berpirsên şaredariya Refehê li başûrê Xezzeyê, taxa Til El Siltanê wekî navçeyeke bi karesat bi nav kirin ku bi hezaran kesên dorpêçkirî di bin bombebarana giran a Siyonîstan de ne û peywendiya bi deverê re qut bûye û malbat bê av, xwarin û derman in, û xizmetguzariya pizîşkî jî nemaye. Serêveberê Rêxistina Berevaniya Sivîl a Xezzê jî bi tundî hişyarî da li ser metirsiya ku jiyana 50 hezar kes li rojavayê Refehê dixe metirsiyê û daxwaz ji Xaça Sor û rêxistinên navdewletî kir ku berpirsyariya xwe li hember welatiyan bi cih bînin. 

Stêfan Ducarîk, berdevkê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, duh ragihand ku Rejîma Siyonîst êrişên wêrankir li ser Xezzê pêk aniye û rehmê jî li tîma bijîşk û karmendên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî nake û bal kişand ser vê yekê ku artêşa terorîst ji destpêka meha Adarê ve rê li ber derbasbûna alîkariyên mirovî li Zîvala Xezzê girt. Di heman demê de, Ducarîk tekez kir: NY ji Xezzê dernakeve. Neteweyên Yekbûyî pabend dimîne bi pêşkêşkirina alîkariyên ku sivîl ji bo jiyan û parastina xwe pê ve girêdayî ne.

Serepeyv