Xezze li ber karesateka din a mirovî ye
Adar 23, 2025 17:50 Asia/Tehran
Qeyrana giran a avê, jiyana xelkê Filistînê di bin siya siyaseta tîhîştina xelkê û wêrankirina bîrên avê bi destê siyonîstan dixe metirsiyê. .
Nivîsgeha ragihandina hikûmî ya li Xezzê ragihand: Xezze di nava berdewamiya jînûsayda ji aliyê siyonîstan ve û bêdengiya civaka navneteweyî de li ber karesateka mirovî ye. Divê civaka navdewletî ji her demê zêdetir xwe bi berpirsyar bizane û bi lezgînî ji bo rawestandina cinayetên rêjîma dagîrker bikeve tevgerê. Vê nivîsgehê ragihand: Em tekezî li ser wê yekê dikin ku pêwîst e bilez dergehên gîhandina alîkariyên mirovî bo Zîvala Xezzê bên vekirin û jiyana xelkê bêguneh bên rizgarkirin.