Adar 23, 2025 17:22 Asia/Tehran

Wezareta tendirustiya Xezzê ragihand: Di 24 saetên buhurî de 41 filistînî şehîd bûne û 61 kesên din birîndar bûne û hejmara gişt şehîdên Xezzê ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve heta nika gihîştiye 50 hezar û 21 kesî.

Êrîşên Rejîma Siyonîst yên dijî Zîvala Xezzê piştî peymana lawaz a agirbesê, dîsa destpê kirin. Di berdewamiya destdirêjiya ser Zîvala Xezê de, îro jî çekdarên vê rejîmê êrişî deverên curbicur ên Xezazê kirin û gelek filistînî şehîd û birîndar kirin. Di êrîşa dagirkeran a li ser navçeya El Mewasî ya Xan Yûnisê de, endamê payebilind ê Hamasê Selah El Berdewîl, tevî hevjîna xwe şehîd bû. 

Hemasê di daxuyaniya xwe ya ji bo şehadeta Selah El Berdewîl de sersaxî da û got ku ev êrîş beşek ji rêze cinayetên hovane ye ku dijmin li dijî gelê bi hedar û berxwedêr ê Xezzê pêk tîne. Hemasê pêgîrî kir ku cinayetên dijmin tu carî vîn û berxwedana me lawaz nakin. Di heman demê de îro artêşa Siyonîst bi daxûyaniyekê hişyarî da filistîniyên li taxa Til El Sultan a Refehê dijîn ku vê taxê vala bikin. Di bîst û çar saetên borî de 41 filistînî şehîd bûn û 61 kesên din jî birîndar bûn ku piraniya wan jin û zarok in. Li Libnanê di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser başûrê vî welatî de, herîkêm 7 kes şehîd û çil kes jî birîndar bûn. Radyoya artêşa Îsraîlê ragihand ku vê rejîmê 50 hedef li Libnanê bombebaran kirine.

Serepeyv