Hejmara şehîdên Xezzeyê gihişt 48 hezar û 577 kesan
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezzeyê gihîştiye 48 hezar û 577 kesan
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê bi daxûyaniyekê derbarê hejmara şehîd û birîndarên êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ji 7ê Cotmeha sala borî ve ser vê herêmê daxuyaniyek da û ragihand ku heta îro 48 hezar û 577 welatiyên filistînî di êrişên Rejîam Siyonîst ser zîvala Xezzeyê de şehîd bûne.
Her wiha vê Saziya Pizîşkî ya Filistînê diyar kir ku hejmara birîndarên êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezzeyê ji destpêka şerê li vê zîvalê heta niha gihîştiye 112 hezar û 41 kesan.
Di 24 saetên borî de termên 5 şehîdên din ên filistînî jî bo nexweşxaneyê hatin veguhestin ku 3 ji wan vê dawiyê ji bin kavilan hatin derxistin û kesek jî vê dawiyê şehîd bû.