Li Xezzeyê av bi dest nakeve
Adar 16, 2025 16:39 Asia/Tehran
Berpirsa UNICEfê hişyarî da ku qeyrana giran a avê li Zîvala Xezzeyê gihîştîye astekê ku nêzî sedî 90ê niştecîyên vê navçeyê ji avê bêpar in.
Rozalîya Bolîn Berpirsa UNICEFê hişyarî da ku Li Zîvala Xezzeyê ji her 10 kesî, kesek ava vexwarinê ya saxlem bi dest dixe.
UNRWAyê jî ragihand ku Rejîma Sîyonîst pêşîya derbaskirina alîkarîyên mirovdostîyê ji wan ardûyê bo Xezzeyê girtîye û heta nika ti barekî alîkarîyên hanê yan yê ticarî derbasî vê navçeyê nehatîye kirin.
Mihenid Hadî Rêkxerê Karên Mirovdostane yê NY jî hişyarî da ku derbaskirina alîakrîyên zef pêwîst ku rola wan jibo jîyanê hene, divê demlidest dest pê bibe.