Adar 15, 2025 17:10 Asia/Tehran

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) tevî pêşwazîkirina ji pêşniyarên navbeynkaran ên ji bo rêketina agirbesê li zîvala Xezzeyê got ku niha biryar maye ser rejîma dagîrker e.

Ebdulletîf El-Qanû di hevpeyvînekê de got: Em pêşwaziya her pêşnûmeya ku ji aliyê navbeynkaran ji me re tê dikin û em bi nermî û tam erênî bi wan re têkiliyê datînin. Wî bi gotina vê yekê ku niha biryar maye ser Rejîma Siyonîst , bal kişand ser vê yekê ku kêşeya sereke îsrara Netanyahu serokwezîrê vê rejîmê li ser paşxistina ji bo rizgarkirina paşeroja xwe ya siyasî ye.

El-Qanû her wiha got: Rejîma Israîlî xwe bin barê vê meselê davêje, şertên me ji bo  seqamgîrkirina rêketina agirbesê û neçarkirina dagirkeran ji bo cîbicîkirina xalên wê ye . Wî got ku rêjîma dagîrker bi rawestandina protokolên mirovî û dorpêçkirina Xezzeyê qonaxa yekem ji rêketina agirbesê binpê kir.

Serepeyv