NY piştrast kir; Rejîma Sîyonîst li Filistînê jînosayd pêk anîye
Lêjneya Serbixwe ya Lêkolînan a NY ragihand ku Rejîma Sîyonîst ji 7ê Cotmehê va li hemî erdên dagirkirî dest bi jînosaydê û binpêkirina mafên filistînîyan kirîye.
Lêjneya Serbixwe ya Lêkolînan a NY herwiha ragihand ku artêşa Rejîma Sîyonîst enqets dest bi jinavbirina binesazîyên tenduristî û dermankirinê yên Xezzeyê kirîye û nehîştîye ku derman û alavên pizişkî derbasî vê navçeyê bên kirin.
Li gorî vê raporê, êxsîrên filistînî jî ketine ber azirandina fîzîkî û rewanî û bêrêzî li wan hatîye kirin.
Lêjneya Serbixwe ya Lêkolînan a NY herwiha ragihand: Zarokên ku roja îro li Xezzeyê ji dê dibin, çi di dewrana şîrmêtinê û çi jî piştî mezinbûnê, li rex zarokên ku ji ber ava gemar, serma û birsîbûnê tûşî pirsgirêkên tenduristîyê bûne, li ber xetera mirinê ne.