HAMAS: Pêşnîyarên nû bi armanca pêkneanîna rêkevtinameya heyî tên hilêxistin
Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) ragihand ku pêşnîyarên nû yên agirbesê li Xezzeyê hewlek ji bo binpêkirina rêkevtinameya heyî ne, lê muzakireyên li Duheyê hela jî didomin.
Medyayên ibrî idia kirin ku Wekîlê Taybet ê Serokomarê Amerîkayê di Karên Rojavaya Asyayê di muzakireyên pêkanîna agirbesê da li Duheyê, pêşnîyareke nû hilêxistîye, bi dû vê yekê Hazim Qasim Berdevkê HAMASê wek berteka hibmerî vê yekê pêgirî kir ku pêşnîyarên nû yên agirbesê li Xezzeyê hewlek ji bo binpêkirina rêkevtinameya heyî ne û muzakireyên digel navbeynkaran li Duhayê didomin.
Wî herwiha got: Em pabendê merc û sozên di rêkevtinameyê da ne ku destpênekirina şêrr, vekişîna tam ji Zîvala Xezzeyê, derketina ji Xezzeyê û destpêbûna vekişîna ji derbasgeha Fîladêlfîyayê digirin ber xwe û em pêgirîyê ser bicihanîna qonaxa duyem a rêkevtinameyê dikin.
Qasim Hazim bal kişand ser vê yekê ku Israyîlê pirotokola mirovî ya rêkevtinameya agirbesê bi cih neanîye û got ku em naxwazin bizvirin ser şerkiirnê, lê heke dagirker dest bi êrişê bikin, me ti çareyek bilî parastina gelê xwe tineye.
Tevgera HAMASê herwiha rapora Komsyona Lêkolînan a NY derbara bikaranîna sîstematîk a şîdeta zayendî dijî filistînîyan ji hêla rejîma Israyîlê va, belgeyeke cinayetên vê rejîma dagirker zanî.