Zêdebûan jimara şehîdên Xezzeyê
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 48 sietên borî de çend termên din ji bin kavilan hatin derxistin û 6 filistîniyên din jî şehîd bûn û hejmara şehîdên jînosayda Rejîma Siyonîst gihîşt 48 hezar û 453 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li zîvala Xezzeyê ragihand ku di heyama 48 sietên borî de termên 7 şehîdan ji bo nexweşxaneyên li Zîvala Xezzeyê hatine veguhestin.
Li gorî vê raporê, 8 filistînî jî di heyama 48 sietên borî de, di encama binpêkirina rêketina ji aliyê Rêjîma siyonst ve, birîndar bûne. Vê wezaretxaneyê destnîşan kir ku ji destpêka şêr ve heta niha 48 hezar û 453 filistînî li Zîvala Xezzeyê şehîd bûne û 111 hezar û 860 kes jî birîndar bûne.Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê jî ragihand ku tîmên rizgarkirinê nikarin xwe bigihînin cenazeyên ku di bin kavilan de mane ji ber nebûna derfetan.