Adar 07, 2025 19:36 Asia/Tehran
  • Berdevkê Tabûrên Qessam`ê: Heke dijmin karekî şaş bike, dê êxsîr bên kuştin

Berdevkê Tabûrên Qessam`ê bal kişand ser vê çendê ku Rejîma Sîyonîst bi dû hecetan e ji bo ku careka din êrişî Xezzeyê bike û ji ber vê yekê gef li vê rejîmê xwar.

Ebû Ubeyde Berdevkê Tabûrên Qessam`ê di peyameke vîdyoyî da pêgirî kir: Bereya berxwedanê li pêş çavê cîhanê û navbeynkaran pabendbûna xwe ser agirbesê û lihevguhertina êxsîran selimand û tevî hemî hecetên ku dijmin lê digere, hela jî pabendê ye, hizra cinayetkarane di mentiqa dagirkeran da li Xezze, Libnan, Sûrîye û hemî navçeyê kok vedaye.

Ebû Ubeyde herwiha pêgirî kir: Rayedarên sîyonîst hewil didin ji bo wergirtina piştgirîyên Amerîkayê û cinayeta dijî gelê Filistînê xwe ji rêkevtinameya agirbes û lihevguhertina êxsîran vedizin. Rêya herî nêzîk pabendbûna Rejîma Sîyonîst bi agirbesê ye ne gefxwarin.

Berdevkê Tabûrên Qessam`ê herwiha got: Em ji bo her cure ihtimalekê amade ne. Her destdirêjîyek ser gelê me da pêk were, dê bibe sedema kuştina hejmareke êxsîran. 

Serepeyv