Dijayetiya filistîniyan li hember hebûna hêzên navnetewî li Xezzê
Di halekî da ku li Civîna Serokên Ereb li Qahirê, rêçareyeka zelal û di piratîkê de ji bo serêxwegirtina daxwazên xelkê Filistînê nehat raberkirin, alîkarê sersekreterê Tevgera Cîhada Îslamî pêgîrî kir: Rejîma dagirkir li dû serdestiya li ser gişt navçê ye û em hebûna hêzên biyanî û navnetewî li Xezzê red dikin.
Mihemed El Hindî, alîkarê sersekreterê Tevgera Cîhada Îslamî li ser pêşniyara hebûna hêzên navnetewî li Xezzê ragihand: Mafê me ye ku em bipirsin; Gelo hêzên navnetewî wê dijî dagirkiriya siyonîstan karekî bikin yan rola wan wê jiçekirina Berxwedanê li Xezzê be.
Mihemed El Hindî pêgîrî kir: Em hebûna hêzên biyanî û navnetewî li Xezzê red dikin. Ya ku li Civîna Serokên Ereb bi dest ket, baş e, lê eger artêşa terorê van pêşniyaran red bike, wê çi biqewime?