Hemas: Em ji bo her şerekî amade ne
Adar 04, 2025 15:49 Asia/Tehran
Endamê payebilind ê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(Hemas) ragihand ku ev tevgera xwe ji bo her cure pevçûna muhtemel di pêşerojê de amade kiriye.
Besam Xelef got: Ji nûve destpêkirina şêrr di rewşa nika de, pirr ji destpêkirina wê dijwartir e û ev yeka asta amadetiya Hemasê ji bo sekinîna li hember liv û tevgerên muhtemel nîşan dide. Tevgera Hemasê şiyanên xwe yên leşkerî ji bo pêşwaziya ji her cure şerekî di pêşerojê de, vejiyandiye. Xelef amajeyî civîna Serokên Ereb li Qahirê kir û got: Meriv nikare li hember agahiyên ku ji vê civînê li ser rewşa nika derketine û gihîştine medyayan, bertek nîşan bide û Hemas wê li benda helwêsta fermî ya civîna Serokên Welatên Ereb li ser alûgorên vê dawiyê bimîne.