Girtina pêşiya UNRWA`yê alîkariya mijara Filistînê nake
Adar 02, 2025 17:07 Asia/Tehran
Ajansa Alîkarîgîhandin û peydakirina kar a NY ji bo awareyên filistînî(UNRWA) ragihand hewldanên Rejîma Siyonîst ji bo bidawîanîna çalakiya vê saziyê, dê alîkariya çareseriya mesela awareyên filistînî neke, belke dikare bibe sedema giranbûna wê.
Fîlîp Lazarînî, serkomîserê UNRWA`yê li ser rola girîng a UNRWA`yê bona raberkirina alîkariyên mirovdostane li Zîvala Xezzê pêgîrî kir ji ber ku ev ajansa bingeha sereke ya operasiyona alîkarîgîhandinê li Xezzê tê hesêb û xizmetên tendirustî û perwerdehiyê ji bo awareyên filistînî li Perrava Rojava ji wan li Qudsa Rojhilat raber dike.