Adar 01, 2025 18:20 Asia/Tehran
  • Hewldana Rejîma Siyonîst ji bo revîna ji erkên xwe li hember gelê Filistînê

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî tevî tekeziya ser hewldanên Rejîma dagîrker ji bo revîna ji erkên xwe, got: Rêjîma Siyonîst hevgav hewl dide girtiyên xwe vegerîne û şerê dijî Zîvala Xezzeyê ji nû ve bide destpêkirin.

Hazim Qasim di hevpeyvînekê de got: Rejîma dagîrker ji soza xwe ya bidawîkirina şer û vekişîna bi temamî ji Xezzeyê direve.  Wî got ku dirêjkirina qonaxa yekem a rêketina agirbesê wisa ku  dagirker dibêjin bo me nayê qebûlkirin û Rejîma Siyonîst hewil dide bi lehevxistina rêketinê her tiştî vegerîne rewşa berê.

Berdevkê Hemasê her wiha got, niha ti muzakireyek bi  vê tevgerê re derbarê qonaxa duyem a agirbesê û pevguhertina girtiyan de tine û rêjîma dagîrker berpirsê destpênekirina muzakirên qonaxa duyem a rêketina Xezzeyê ye.

Serepeyv