Kavilkirina berfireh a malên li kampa Nûr Şemsê li Rexê Rojava ji aliyê siyonîstan ve
Adar 01, 2025 18:16 Asia/Tehran
Çavkaniyên xwecihî derbarê berdewamiya kiryarên hovane yên Rejîma Siyonîst li Rexê Rojava agahî dan.
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin artêşa dagirker a siyonîst 11 mal li kampa Nûr Şems li Tulkarmê ya li Rexê Rojava xera kirin.
Hevgav leşkerên artêşa Rejîam Siyonîst dest bi gulleavêtina berfireh ber bi şêniyên vê kampê kirin.
Dagirkerên Îsraîlî di hefteyên derbasbûyî de bi dehan mal li vê kampê wêran kirine.
Çavkaniyên nûçeyan her wiha derbarê êrişa leşkerên siyonîst ser bajarê Dura li başûrê El-Xelîlê agahî dan.