Lêkolînên artêşa Îsraîlê şiyanên El-Qassam eşkere kirin
Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) ragihand ku lêkolînên artêşa dagirker şiyanên Tabûrên Îzzeddîn El-Qessam eşkere kirin.
Hazim Qasim , Berdevkê Hamasê wek berteka li himber weşandina rapora lêkolînên artêşa Îsraîlê derbarê Operasyona Bahoza Eqsayê (7ê Cotmehê) de ragehand: Işkesta ku artêşa dagirker eşkere kir, serdestiya îradeya filistîniyan li hember maşîna şer a dagirkeran diselimîne.Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînêher wiha got:Ev işkest şiyana tabûrên El-Qassam ji bo işkestdana dezgehên ewlehiyê yên siyonîstan nîşan dideQasim her wiha got: Quretiya siyonîstên kolonyalîst nahêle ku em rastiyên derbarê vî gelê mezin ku ji bo rizgariya xwe têdikoşe bibînin.
Arteşa Rejîma Siyonîst di lêkolînekê derbarê operasyona 7e cotmehe da ragehand ku artêşa vê rejîmê di sieten ewil yen şer da ketibü bin kontrola Hemase û berxwedana Filistînê li Xezzeyê operasyonek du qonaxî pêk anîn.Berxwedana Filistînê di qonaxa yekem de sazî û navendên leşkerî xiste bin kontrola xwe û piştî wê jî di qonaxa duyemîn de êriş û paqijkirina bajarokên siyonîstan pêk anî. Rejîma Siyonîst di vê lêkolînê de cardinê li xwe mikur hat ku di 7ê Cotmehê de di warê berevaniya ji îsraîliyan de işkest xwar.Di lêkolînê de hatiye ku rawestana li ber êrişa 7’ê Cotmehê hema rojê piştî nîvro dest pê kiriye. Her wiha artêşa dagirker tekez kir: Berdêla ku me di 7’ê cotmehê de ji babet hejmara kuştî û birîndaran da, pir giran bû û nedihat tamul kirin.