Nûnerê Hamasê li Tehranê: Pêşeroja berxwedanê tam ronahî ye
Nûnerê Tevgera Berxwedana Îslamî (Hamas) li Tehranê got: beşdariya girseya gel li merasima oxirkirina termê şehîd Seyd Hesen Nesrullah ji xwe belgeyeke bihêz e bo cih û şûna kûr û bihêz a vî şehîdê payebilind di dilê xelkê deverê bi taybetî gelê Lubnan û Filistînê.
Xalid El-Qedûmî bi ragehandina vê yekê ku Şehîd Nesrullah;kesayetiyekî têkoşer, bawermend û bavê şehîdan bû ku di rêya bahoza Eqsayê û Qudsê de şehîd bû û got: Amadebûna gel a di merasima oxirkirina wî de nîşana kesayeta çend rehendî ya Şehîd Nesrullah e ku çi lubnanî, filistînî, ereb û ne-ereb ku tev li dijî mêtingerî, dijî zulmê û dijî Rejîma Siyonîst in, beşdarê merasiam oxirkirina termê vî şehîdê bilindqedir bûn.
Wî bal kişand ser wê yekê ku Şehîd Seyîd Hesen Nesrullah mînakek ji bo meseleya Filistînê û piştgiriya ji mezlûmên herêmê ye û got: Wî her tim digot ku ew tim şagirdê hezretê Îmam Xamineyî yê ezîz e û eşkere ye ku wî rêbaza Îmam Xumeynî (RE) rêberê Şoreşa Îslamî û şehîdê Qudsê Hecî Qasim heta dema şehadeta xwe domand.