Sibat 27, 2025 17:20 Asia/Tehran

Efûya Navdewletî tekez kir, ku êrişên Rejîma Siyonîst ser Rexê Rojava, bûye sedema awarebûna nêzîkî 40 hezar filistîniyan.

Efûya Navneteweyî îro Pêncşemê ragihand ku Filistîniyên ku li Rexê  Rojava dijîn ji ber zêdebûna êrişên bajaroknişînên  siyonîst , xerakirina malên wan ji aliyê artêşa Rejîma Siyonîst , qedexekirina jibo hatina van deveran û berfirekirina çêkirina bajarokên neqanûnî, rûbirûyê metirsiya koçkirina bi darê zorê hatine. 

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku êrişên rejîma Siyonîst  ser Rexê Rojava,awarebûna  nêzî 40 hezar filistîniyan ji kampên Cenîn, Tûlkerm û Nûr Şems ên li Rexê rojava çemê Urdonê koçber bûne. Her wiha  vê rêxistinê banga rawestandina bi lez a siyasetên tepeserkirin û betalkirina her planek ku dibe sedema cezaya komkî kir.Beriya çend rojan serokê Komîteya Gel a Xizmetguzariyên Kampa Tulkermê Feysel Selame bal kişande ser berdewamiya dagirkirin û dorpêçkirina giran a kampê ji mehekê berî niha ve û tekez kir ku ew şert û mercan bûne sedema koçberkirina şêniyên kampê bi zora çekan. Rêxistina  Zêrevanê Mafên Mirovan tevî hişyariya  ser dubarebûna karesatên Li Xezzeyê  li Rexê Rojavayî, ji welatên cîhanê xwest ku ji bo girtina pêşiya  cinayetên Rejîma Siyonîst, ji wan bi sepandina cezayên armanckirî û rawestandina veguhestina çekan ji bo vê rejîmê, tevbigerin. Vê rêxistinê ragehandiye  artêşa dagirker gelek mal hilweşandine û binesazî ji nav birine.  Li Cenîn a Şerîeya Rojava bi kîlometan şebekeyên av, kanalîzasyon û şêlav û ava vexwarinê  xera kirine.

Serepeyv