Hamas: Divê beriya muzakirê girtiyên filistînî bên berdan
Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) got: Berî ku muzakereyên derbarê qonaxa duyemîn a agirbes û pevguhertina girtiyan bi Rêjîma Siyonîst re were hilêxistin divê rejîm koma heftem a girtiyên filistînî serbest berde.
Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) Hazim Qasim bal kişand ser vê yekê ku Rêjîma Siyonîst bi paşdexistina berdana girtiyan binpêkirina peymana agirbesê didomîne û destnîşan kir: Emê digel aliyên navbeynkar derbarê binpêkirina rêkeftina agirbesê ji aliyê Rejîma Siyonîst û bi piştevaniya Amerîkayê berdewam bikin. Hazim Qasim tekez kir: Dirêjkirina qonaxa yekem maye ser mijarên ku li ser maseya muzakiran û garantiyên derheq neçarkirina rejîma dagîrkerê Qudsê bo cîbicîkirina erkên xwe û aliyên navbeynkar û heta Amerîka jî divê garantiyên cidî pêşkêş bikin.
Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu êvara Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku girtiyên filistînî yên qonaxa nû ya lihevkirinê heta dayîna garantiya berdana girtiyên siyonîst bêyî lidarxistina merasîmên bi tehrîk, nayên berdan.
Nivîsgeha Serokwezîrê Rejîma Siyonîst îdia kir ku Hamasê bi lidarxistina merasimên bi tehrîk û îstifadeya propagendeyî ji girtiyên siyonîst ,peyman binpê kiriye.Eva di halekî de ye ku kanala televizyonî ya Kan ya Îsraîlê îro ragihandiye ku biryar e ev rejîm komeke nû ji girtiyên filistînî berde berî ku termên çar girtiyên xwe roja Pêncşemê biguherîne.Tevî pabendbûna Hemasê bi çarçoweya rêketinê û micidbûna vê tevgerê di berdewamiya agirbesê , Koşka Spî piştgiriyê dide biryara Netanyahu, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst bo paşdexistina azadkirina girtiyên filistînî.