Dilnigeraniya Gotêrêş ji zêdebûna êrişên bajaroknişînên siyonîst
Sibat 24, 2025 15:22 Asia/Tehran
Sekreterê Giştî yêNY dilgiraniya xwe ji zêdebûna kiryarên tund ên bajaroknişînên siyonîst li Rexê Rojava nîşan da.
Antonyo Gotêrêş di civîna Konseya Mafên Mirovan a NY li Jinêvê dilnigeraniya xwe ji zêdebûna tundûtûjiyê li Rexê Rojava ya dagîrkirî ji aliyê bajaroknişînên siyonîst ve û binpêkirinên din ên qanûnan û herwiha daxûyaniyên jibo zêdekirina vê anvçeyê ser erdên dagîrkirî da diyarkirin.Dilnigeraniya Gotêrêş di halekê de ye ku duh artêşa Rejîma Siyonîst, di pevçûneke leşkerî de, tankên xwe yên Merkava ajotibûn kampa penaberên filistînî li Cenînê li bakurê Rexê Rojava. Tankên artêşa Rejîma Siyonîst bi wesayîtên leşkerî êrişî kampa Cenînê kirin.