Dewama êrişa dagirkiran ser navçeyên curbicur ên Xezzeyê
Leşkerên Rejîma Siyonîst îro jî êrişî hin navçeyan li Perrava Rojavaya çemê Urdinê kirin û di navbera wan û xelkê de pevçûn derket.
Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ragihand nûciwanekî 15 salî yê filistînî ku di encama êrişa hewayî ya vê dawiyê ser bajarokê Qibatiyê li Cinînê de birîndar bibû, şehîd bûye.
Li Cinîn, Nablos û Tûlkermê leşkerên Rejîma Siyonîst êrişî malên xelkê kirin û zêde ji 150 filistînî girtin. Eva di halekîd a ye ku kavilkirina binesazî, kemp û malên welatiyên filistînî li navçeyên curbicur ên Perrava Rojavaya çemê Urdinê jî berdewam e. Herwiha di 24 saetên buhurî de meytê 7 şehîdî bo nexweşxanê hatiye veguhestin ku 6 kes ji wan ji bin kelefeyan hatine derxistin û kesek jî vê dawiyê şehîd bûye ku bi vî awayî hejmara şehîdên Xezzê rabû 48 hezar û 291 kesî. Nivîsgeha medyayî ya hikûmeta Filistînê li Xezzê jî ragihand ku zêde ji sedî 90`ê xelkê vê navçeyê ji ber dorpêça giran û kavilbûna binesazîyan, ji ava saxlem a vexwerinê û xizmetên tendirustiyê bêpar in. Hevgavê bidawîhatina dema dawî ya mayîna hêzên dagirkir li başûrê Libnanê, artêşa vê rejîmê ji hin navçeyên ser sînorê Libnanê paşda vekişiya û artêşa Libnanê li 11 bajarok û gundên li başûrê Libnanê bicih bû.