Sibat 16, 2025 19:45 Asia/Tehran
  • Hemdan: Em kesên ser bi Rejîma Sîyonîst ên li Xezzeyê wekî dagirker dibînin

Endamekî polîtbîroya Tevgera Hemasê derheq bicihbûna kesên ser bi Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê hişyarî da.

Usame Hemdan endamê polîtbîroya Tevgera Hemasê di civînekê da li Duheyê pêgirî kir ku hêzên berxwedêr yê her hêza ku hewil bide dewsa Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê bigire, wek hêza dagirker bizanibin û ser vî esasî bi wan ra serederîyê bikin. Wî herwiha got: Bereya Berxwedanê ku rêvebir û malbatên xwe fida kirîye, yê qet rê nede ti kesî ku ewê ji qadê dûr bixe. Ev yek nayê qebûlkirin.

Hemdan herwiha got: Ez zelal bêjim, her kesê ku bixwaze bi wekalet ji hêla Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê be, divê dûhatên vê yekê jî bide ber çeva. Meseleyên çeka di destê Bereya Berxwedanê da, rêvebirên vê bereyê, gelê berxwedêr û peywendîyên me yên bi piştgirên Bereya Berxwedanê ra nabin mijarên gotûbêj û nîqaşê.  

Serepeyv