Sibat 16, 2025 15:20 Asia/Tehran
  • Êxsîrên filistînî yên azadbûyî derbasî Ramellahê bûn

Otobusên hilgirê êxsîrên filistînî yên ku îro di çarçova gerra şeşan a dewra lihevguhertina êxsîran di navbera Hemas û Rejîma Sîyonîst da hatin berdan, derbasî Ramellahê bûn.

Îro piştî azadkirina 3 êxsîrên sîyonîst ji hêla Tevgera Hemasê va, otobusa yekem a hilgirê êxsîrên filistînî ji girtîgeha Ufer a Rejîma Sîyonîst li rexê rojavaya çemê Urdinê va bi rê ket û derbasî Ramellahê bû. 

Îro di çarçova gerra şeşan a lihevguhertina êxsîran a qonaxa yekem a agirbesê da, 369 êxsîrên filistînî di berdêla 3 êxsîrên sîyonîst da hatin berdan.

Komeleya Hîva Sor a Filistînê ragihand ku 4 kes ji êxsîrên filistînî yên azadbûyî bi hegera rewşa wan a tenduristîyê veguhestîye nexweşxaneyê.  

Serepeyv