Jordaçûna hejmara şehîdan li Xezzeyê
Tevî agirbesta di navbera Rejîma Siyonîst û Hemasê li Xezeyê, artêşa terorê hîna jî cinayetên xwe yên li dijî gelê Filistînê li Xezze û rexê rojavaya çemê Urdinê didomîne.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê jî basa peydakirina termên 6 şehîdan ji bin xirabeyan û jordaçûna hejmara şehîdên di encama jînosayda bi destê Rejîma Siyonîst bo zêdetir ji 48 hezar û 250 kesan kir.
Li gorî vê raporê, di 24 saetên buhurî da meytê 7 şehîdan bo nexweşxaneyên Zîvala Xezzeyê hatin veguhestin. Li gorî vê raporê, di 24 saetên derbasbûyî de, 6 meyt ji bin kavilan hatine derxistin û filistînîyek jî di 24 saetên buhurî da hatîye şehîdkirin. Wezareta Tenduristîyê ya Xezzeyê herwiha ragihand ku ji destpêka şêrr va heta niha 48271 filistînî li zîvala Xezzeyê şehîd bûne û 111 hezar û 69 kes jî birîndar bûne.
Di dawiyê de piştî gelek alozî û nakokiyên navxweyî di navbera siyonîstan û wezîrên kabîneya vê rejîmê de, agirbesta li Zîvala Xezzeyê roja Yekşemî 30`ê Kanûnê derbasî qonaxa cîbicîkirinê bû û di qonaxa yekem a lihevguhertina girtiyan de, 3 jinên girtî yên siyonîst di berdêla hejmarek jin û zarokên filistînî da serbest hatin berdan û heta niha çar qonax ji vê lihevguhertinê hatine bicihanîn.
Tê pêşbînîkirin ku ev peyman di sê qonaxan de bê cîbicîkirin û temamkirin. Di 471 rojên şer û kuştinê li Zîvala Xezzeyê da, artêşa Rejîma Sîyonîst negihîşt armancên xwe yên diyarkirî û di dawiyê de neçar ma têkçûna li hember Bereya Berxwedanê û rêkevtinameya agirbesê qebûl bike.