UNRWA: NY koçberkirina gelê Xezzeyê qebûl nake
Sibat 14, 2025 17:34 Asia/Tehran
Ajansa Alîkarîdayîn û Karpeydakirina Bo Awareyên Filistînî ya NY (UNRWA) dijî plana serokomarê Amerîkayê ya têkildarî Xezzeyê derket û pêgirî kir ku NY esasa koçberkirinê qebûl nake.
Jolîyêt Toma Rêvebira Peywendîyan a Ajansa Alîkarîdayîn û Karpeydakirina Bo Awareyên Filistînî ya NY pêgirî kir ku helwesta NY tam zelal e û ti zemîne yan imkanek ji bo qebûlkirina koçberkirinê tineye.
Wê herwiha got: Imkana jinûvekirin û plankarîya ji bo birêxistina dubare ya aborê û restorekirina kavilan heye.
Vê rayedara NY herwiha xwest ku civaka navdewletî bi awayekî ciddî ji bo alîkarîya bo niştecihên Xezzeyê bi merema jinûveavakirina malên wan hewil bide.