Sibat 12, 2025 17:01 Asia/Tehran
  • Ebû Şerîf: Bereya Berxwedanê ji encamên herî girîng ên Şoreşa Îslamî ya Îranê ye

Wekîlê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê li Têhranê, bal kişand ser vê yekê ku kampa Cenînê bûye sembola berxwedanê li Rexê Rojavaya çemê Urdinê û got: Yek ji girîngtirîn encamên Şoreşa Îslamî ya Îranê, Bereya Berxwedanê ye.

Nasir Ebû Şerîf wekîlê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê li Têhranê got: Kampa Cenînê hema tenê bi qasî nîv kîlometreya çargoşe ye, lê bi salan e li hemberî Rejîma Siyonîst  ber xwe daye û tu carî teslîm nebûye.Wî herwiha got: Her çend  di sala 2002'an de  ket ber jînosaydê lê cardinê xwe ji nû ve ava kir û niha bi rastî bûye sembola berxwedanê li Rexê Rojavaya Çemê Urdinê.

Nasir Ebû Şerîf her wiha got: Şoreşa Îslamî ya Îranê destkevteke mezin pêk anî û karî projeyek mezin pêşkêş bike, ew proje li Îranê eva bû ku îslam hat meydanê jiyana xelkê bi rê ve bir.

Serepeyv