Awareyên filistînî di bin serma û tirsê da
Hêzên artêşa rejîma dagirker a Israyîlê êrişên ser şarê Tûlkermê û kempa li vî şarî ku ketîye bakur- rojavaya rexê rojavaya çemê Urdinê, didomîne.
Hêzên artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker bi zêdekirina alav û maşînên cengê, operasyona êrişa ser malên filistînîyan, kavilkirina wan û neçarkirina niştecihên şarê Tûlkermê û kempa awareyan a li vî şarî ji bo ku koç bikin, didomînin.
Ev di halekî da ye ku ji ber dorpêça ku ser herêmê da hatîye sepandin, aware di nav serma û seqemê û nebûna xizmetên berayî da, tûşî gellek zehmetî û êşan dibin. Zivistan bi serma û seqema xwe rewşa mirovî ya bikaresat li navçeyên ku hê di bin dagirkerîya hêzên sîyonîst da ne, zêde û giran dike, di halekî da ku ti hegerek ji bo sepandina vê rewşa giran ser awareyan da tineye.