Rewşa Xezzê bikaresat e
Sibat 02, 2025 18:02 Asia/Tehran
Berdevkê Berevaniya Medenî ya Xezzê basa rewşa nebaş a xelkê vê navçeyê kir û daxwaza pêngavrakirina civaka navnetewî di vî warî da kir.
Mehmûd Besel got: Jiyana xelkê li Xezzê ezab e û dagirkir cihek ji bo xelkê bona xêwetan jî nehîştine. Wî amajeyî vê yekê kir ku dijminê îsraîlî xezze kiriye mîna komeka axê û got di vê rewşê de jiyan pirr dijwar e û rewşa Xezzê bikaresat e.
Wî herwiha got: Eger em dixwezin pêvajoya jiyanê were lezandin û jiyan vegere navçê, divê ji aliyê civaka cîhanî ve biryarek ji bo guhertina rastiya heyî hebe.