Qedexekirina çalakiyên UNRWAyê li erdên dagirkirî yên Filistînê
Xebatên Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî ya NY (UNRWA) li erdên dagirbûyî Filistînê ser esasê qanûna Kênesêta Rejîam Siyonîst ji îro pê ve hatin qedexekirin.
Bi dawîbûna derfeta 48 sietî ya Rejîma Îsraîlê ya ji bo UNRWA'yê, qedexeya xebatên ajansa Neteweyên Yekbûyî li erdên dagirbûyî yên Filistînê ji îro ve ket meriyetê.
Rejîma Siyonîst ku UNRWA bi kiryarên neqanûnî tawanbar kiriye, heta niha ti delîl û belge ji bo îsbatkirina tawanên navborî pêşkêş nekiriye.Hatem Ebdulqadir rêberê tevgera Fetih bal kişand ser vê yekê ku armanca Rejîma Siyonîst ji qedexekirina çalakiyên UNRWAyê siyasî ye û got: pêwîst e di rewşekê de ku dagîrker hewla berfirehkirina bajarokên xwe li Qudsa Rojhilatî didin, netewe û saziyên din ên navneteweyî berpirsyariya xwe ya li hemberî gelê Filistînê bi cih bînin.UNRWA ji destpêka damezrandina xwe ve di sala 1949 ve ji bo bi sed hezaran Filistîniyan bûye sembola hêviyê û pêdiviyên wan ên bingehîn amade kiriye.