16 şehîd û bi dehan birîndar li encama cinayetên siyonîstan li Cenînê
Li dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li bajar û kempa Cenînê ji bo heftemîn roja li pey hev,16 filistînî şehîd bûn, bi dehan kes jî birîndar bûn û bi dehan mal û xanîber jî hatin wêran kirin.
Çavkaniyên xwecihî ji ajansa Wefa ya Filistînî re ragihandin ku duh şev bi buldozerên Îsraîlê meydana Sînemayê û derdora wê li navenda Cenînê wêran kirin. Taxên El-Demc û Hey El-Beşer û taxên Ebdullah Ezam û Telet El-Qebz navenda sereke ya êrişên Rejîma Siyonîst bûn.
Herwiha Rêjîma Siyonîst hejmara tirimbêlên xwe yên zirhî li ber nexweşxaneya hikûmî ya Cenînê zêde kiriye, û hejmara firokeyên cengê û xwefirên vê rejîmê li esmanê Cenînê û kampa wê jî pir zêde bûne.
Wesam Ebûbekir, Rêvebirê Nexweşxaneya Hikûmî ya Cenînê dibêje ku Kiryarên Rejîma Siyonîst ser wêrankirina cadeya sereke û danîna tirimbêlên zirhî li ber nexweşxaneyê, xebata karmendên pizîşkî asteng kiriye.
Hevgav yek ji rêberên Hemasê bal kişand ser wê yekê ku gelê Filistînê şiyana avakirina Zîvala Xezzeyê hene û tekez kir ku em ti hikûmeteke ne Filistînî ji bo zîvala Xezzeyê qebûl nakin.
Basim Neîm rêberê tevgera Hemasê îro di hevpeyvîna xwe de got: Di dîroka şer û pevçûnên digel Israîlê de cara yekê ye filistînî vedigerin malên xwe. Wî got ku gelê Filistînê dikare ji nû ve Zîvala Xezzeyê avedan bike.
Vî rêberê Hemasê got: Dîmena îro îsbat dike ku berxwedan amade bûye û tiliya wê li ser tetikê ye. Wî her wiha got: Em tu hikûmeteke ne Filistînî ji bo zîvala Xezzeyê qebûl nakin.
Eva li halekê ye ku wezîrê enerjiyê yê Rejîam Siyonîst Îlî kohên di berdewamiya devojeniyên xwe de got ku kabîneya rejîmê serdestiya Hamasê ser zîvala Xezeyê qebûl nekiriye û dê neke jî .
Ji aliyê din ve nûnerê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê li Têhranê Nasir Ebû Şerîf diyar kir ku gelê Filistînê tu planeke wê ji bo birêvebirina Xezzeyê ji aliyê biyaniyan ve qebûl nake û got ku di navbera komên filistînî de jibo çawaniya rêveberiya Xezzeyê muzakire hatien destpê kirin.