Destpêkirina vegeriyana awareyên filistînî bo bakura zîvala Xezzeyê
Pêvajoya vegeryana awareyên filistînî bo bakurê zîvala Xezzeyê ji vê sibê ve dest pê kir.
Bi hezaran penaberên filistînî ji vê sibê ve bi rêya şeqama li peravê ya El-Reşîd ve vegera xwe bo bajarê Xezze û bakurê zîvala Xezzeyê destpê kirin.
Tevgera Hemasê di daxuyaniyekê de ragihand ku vegera awareyan,serkeftinek jibo gelê Filistînê ye û tê wateya ragihandina işkesta dagîrkeran û planên wan ji bo koçberkirina xelkê Zîvala Xezzeyê.
Di daxuyaniya Hemasê de hatiye: Dîmenên vegera girseyî ya gelê Filistînê bo herêmên xwe yên ku neçar bibûn ji wan derkevin, mezinbûna vî gelî û pabendbûna wî bi axa xwe nîşan dide. Dîmenên ku tijî kelecana vegerê, evîna bo axê û pêbendbûna bi wê, ji bo hin aliyan peyamek e, aliyên ku li ser têkbirina îradeya gelê Filistînê û koçberkirina wan ji axa xwe şert kiribûn.