Jordaçûna hejmara zarokên şehîd li Xezzê
Ajansa Alîkarîgihandin û Peydakirina kar ji bo awareyên filistînî ser bi NY(UNRWA) di rapora xwe ya herî nû da bal kişande ser hejmara zarokên filistînî yên ku li Zîvala Xezzê hatine şehîdkirin.
UNRWA piştî hevhatina agirbesê ya 15`ê Çileya 2025`an di daxuyaniyekî de ragihand ku di encama êrişên aerêşa terorê ser Zîvala Xezzê de 14 hezar û 500 zarokên li Xezzê di 15 mehên derbasbûyî de, şehîd bûne. Herwiha anegorî vê daxuyaniyê, zêde ji 17 hezar zarokên li Xezzê bêyî malbat mane û derbe li sedî 88`ê dibistanên vê zîvalê ketine.
Pizişkên ku di vê midehê de li Xezzê dixebitîn jî ragihandine gelek caran zarok bi derbeya gulleyên nîşanbazên Siyonîst û lêketina gullê li serî yan sîngê wan yan jî ji ber rakirina telikên teqandinê dewsa pêlîstok yan jî xwerinê, şehîd bûne.