Peydakirina cenazeyê 153 şehîdan li Xezzeyê ji destpêka agirbesê ve
Çavkaniyên filistînî ragihandin ku ji destpêka agirbesê ve heta niha meytê 153 şehîdan li zîvala Xezzeyê hatiye peydakirin.
Rêxistina Berevaniya Sivîl a Filistînê îro ragihand ku ji destpêka agirbesa li Xezzeyê ve heta niha wan cenazeyê 153 şehîdan li vê navçeyê peyda kirine. Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê duh ragehand: Di 24 sietên buhurî de meytê 72 şehîdan bo nexweşxanê hat veguhestin ku 68 ji wan ji bin kavilan hatine derxistin û kesek jî ji ber xedarbûna birînên xwe şehîd bûye, li gor vê raporê, di 24 sietên borî de 56 birîndar jî bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.
Li gor amarên dawî yên ku Wezareta Tendirustiya Filistînê li zîvala Xezzeyê ragihandiye, hejmara şehîdên Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an heta roja sêşemiyê giheşte 47 hezar û 107 kesan û hejmara birîndaran jî rabûye 111 hezar û 147 kesan.