Hejamara şehîdên Xezzeyê ji 47 hezar kesî û hejmara yên birîndarbûyî jî, ji 111 hezar kesî derbas bû
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên artêşa Rejîam Siyonîst ser zîvala Xezzeyê gihîştiye 47 hezar û 35 kesî.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişên artêşa Rejîam Siyonîst ser zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala borî ve 47 hezar û 350 kes şehîd bûne.
Her wiha vê Saziya pizîşkî ya Filistînê diyar kir ku hejmara giştî ya birîndarên êrişên artêşa Rejîam Siyonîst ser zîvala Xezzeyê ji destpêka şerê li vê zîvalê giheştiye 111 hezar û 91 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di heyama 24 sietên derbasbûyî de termên 122 şehîdan bo nexweşxaneyan hatine veguhestin ku 62 term ji bin kavilan hatine derxistin. Di vê midehê de 60 kes şehîd bûne û 341 kes jî birîndar bûne.