Çile 13, 2025 16:50 Asia/Tehran
  • Berdevkê Qessam: Di dereqa 72 sietan de me zêdetirî 10 leşkerên siyonîst kuştin

Berdevkê Tabûrên Îzzeddîn El-Qessam, baskê leşkerî yê tevgera Hamasê got di dereqa 72 borî de me zêdetirî 10 leşkerên siyonîst kuştin û bi dehan kes jî birîndar kirin.

Ebû Ubeyde got: Piştî derbasbûna zêde ji 100 rojan ji operasyona bi xopan û jînosayda ya Rejîma Siyonîst li bakurê Xezzeyê, têkoşerên me tim derbeyên giran li  dijmin dixin û  tenê di 72 sietên borî de zêdetir ji 10 siyonîst hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Wî got: Em tekez dikin ku zîyanên artêşa dagîrker a şikestxwarî pir zêdetir e ji ya ku bi xwe îdia dike. Dijminê rezîl û şikestxwarî dê ji bakurê Xezzeyê paşde  vekişe bêyî ku bikaribe berxwedanê işkest bide, tenê destkevta wan xopan, wêrankirin û kuştina mirovên bêguneh e.

Malpera siyonîstan a  Hed Şot Lêlot Senzowa ragihand Berxwedana Filistînê di kemînê de avahiyek li bakurê Xezzeyê teqand ku têde komek leşkerên  tîpa  Nahal a Artêşa Îsraîlê  hebûn.

Serepeyv