Hemas: Rejîma Israyîlê rêyek bilî lihevhatina ji bo vegerandina êxsîran tineye
Rayedarekî payebilind ê Tevgera Hemasê pêgirî kir, Benyamîn Netanyahu Serokwezîrê rejîma Israyîlê nika bi çarenûsa êxsîrên sîyonîst ra dilîze û ev rejîma bilî lihevkirina ser lihevguhertinê nikare bi ti rêyekî din êxsîrên xwe vegerîne.
Usame Hemdan got: Danuistandina têkildarî lihevguhertina êxsîran a bi rejîma dagirker a Israyîlê ra qirarên taybet bi xwe heye ku dê bên bicihanîn û li gorî wan qayde ûqirana Rejîma Sîyonîst dê êxsîrên xwe wergire û em jî dê êxsîrên xwe wergirin.
Vî endamê pillebilind ê Tevgera Hemasê herwiha got: Netanyahu hewil dide demê bi dest bixe û bi vî rengî bi çarenûsa êxsîrên sîyonîst ra dilîze. Ew naxwaze wan azad bike, belkî dixwaze wan bide kuştin, ji ber k udizane azadkirina êxsîrên sîyoinîst bi wateya azadkirina êxsrînê filistînî ye.
Vî rêvebirê Hemasê amajeyî gotinên vê dawîyê yên Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ku gotîye Hemas û Israyîl yê di 2 hefteyên bê da lihev werin kir û got: Amerîka şirîkê cinayeta Rejîma Sîyonîst a qirrkirina gelê Xezzeyê ye û ez ser vê bawerê me ku armanc ji van gotinan ew e ku ebûra Demokiratên Amerîkayê ku destê wan di vê cnayetê da hebû, were parastin.