Çile 08, 2025 16:15 Asia/Tehran

Çavkaniyên filistînî li 460-emîn roja jînosayda dijî Zîvala Xezzeyê derbarê berdewamiya êrişên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezzeyê û şehîdbûna hejmarek din di encama wê de agahî dan.

Çavkaniyên tenduristiyê yên Filistînê ragihandin ku ji vê sibê ve heta niha di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê de 51 kes şehîd bûne û 78 kes  jî birîndar bûne. Hevgav çavkaniyên filistînî qala  şehîdbûna Şam Ferhat keçika filistînî kirin ku di encama êrişa hewayî ser konê malbata wan li Mewasî  ya Xan Yûnis li başûrê Xezzeyê  bi giranî birîndar bibû.Ji aliyê din ve rojhilata bajarê Xan Yûnisê  ket ber êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîst Di encama êrişa  artêşa dagirker a Rejîma Siyonîst  bi wefiran ser bajarokê Temûnê li bakurê  Rexê Rojava çemê Urdinê 3 filistînî şehîd bûn.

Çavkaniyên filistînî li Nexweşxaneya Nasir ragihandin ku ji ber kêmbûna sotemeniyê  xizmetguzariyên xwe yên tendrsutiyê ji xeynî  beşa lêhişyarbûnên taybet û  odeyên neştergeriyê rawestandiye.Berpirsên vê nexweşxaneyê hişyarî dan ku dewama vê rewşê dibe sedema karesateke mirovî û mirina nexweşan.Şerê Xezzeyê  îro  di halekî de derbasî roja xwe ya 460 emîn bûye  ku hikûmeta Qeterê duh êvarê ragihand ku muzakirên bi armanca rawestandina jînosayda filistîniyan li zîvala Xezzeyê hîn berdewam in.

Lê  nikarin tu demek jibo  dawîbûna wê destnîşan bikin.Artêşa Rejîma Siyonîst jî binpêkirina agirbesta digel Lubnanê berdewam dike.Artêşa Rejîma Siyonîst ji  duh êvarê ve hetanî niha  6 caran agirbesa li gel Lubnanê binpê kir da ku hejmara binpêkirinên agirbesa li gel Lubnanê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve  gihêşt 401 haletan.Artêşa Rejîma Siyonîst  binpêkirina agirbesa li gel Lubnanê ku heta niha 32 şehîd û 39 birîndar  bi cih hiştiye, berdewam dike. Kanala ibrîziman a Kanê  jî ragihand ku piştî derbasbûna salek û 3 mehan  ser êrişa Îsraîlê ser zîvala Xezzeyê û cinayetên curbicur,  Tîpa  401 ji Zîvala Xezzeyê derket.

Serepeyv