Çile 07, 2025 20:14 Asia/Tehran

Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku di 24 saetên buhurî da artêşa Rejîma siyonîst 3 cinayet li Zîvala Xezzê cih anîne.

Wezareta tendirustiya Filistînê di roja 459`an a jînûsayda Rerjîma Siyonîst dijî Zîvala Xezzê da ragihand, rejîma dagirkir di 24 saetên buhurî da sê cinayet derheq malbatên filistînî da cih anîn ku di encama wan de 31 kes şehîd bûne û 57 birîndar jî bo nexweşxaneyên curbicur ên Zîvala Xezzê hatin veguhestin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand: Em careke din hişyariyê didin karesatek rastîn di rê da ye, ku nexweşxane, odeyên oksîjenê, sarincokên parastina dermanan û baxçeyên zarokan li Zîvala Xezzê digire ber xwe. Nivîsgeha alîkariyên mirovdostane ya Neteweyên Yekbûyî(OCHA) di raportekê de ragihand ku di encama êrişên li pey hev ên artêşa Îsraîlê û dorpêçkirina vê navçeyî de, zarokên di konên awareyên filistînî li sermayê de  diqefilin û can didin. Sê tirombîlên Saziya Cîhanî ya Xwerinê ser bi NY ku ji 8 karmendan lê siyar bibûn, roja Duşemiyê di bûyereka nemirovane de ji aliyê leşkerên Rejîma Siyonîst ve kete ber 16 gulleyan ku Fîlîp Lazarînî, serokê UNRWA`yê ev êrişa karesateka bidehşet wesif kir.

Di eynî demê de Tabûrên Qudsê, baskê leşkerî ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, wek berteka li hember cinayetên artêşa Rejîam Siyonîst ser navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzê, tirombîlên bleşkerî yên artêşa Rejîma Siyonîst rûxandin.

Şervanên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(Hemas) jî di operasiyoneka dijî siyonîstan li Beyt Hanûnê de, 2 leşkerên vê rejîmê kuştin û du leşkerên din jî birîndar kirin. Di encama êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê ji 7`ê Cotmeha sala 2023`an de, 45 hezar û 885 kes şehîd bûne û 109 hezar û 196 kes jî birîndar bûne. 

Serepeyv