Çile 03, 2025 15:40 Asia/Tehran

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê di 455-emîn roja şerê Xezeyê de ragehand ku Rejîma dagirker a siyonîst 5 komkujiyên nû li zîvala Xezzeyê pêk anîn ku di encamê de 28 kes şehîd bûne û 59 kes jî birîndar bûn.

Di encama êrişên rejîma dagirker ser navenda Xezzeyî de zêdeyî 18 kesan jiyana xwe ji dest dan ku gelek jin û zarok jî di nav de ne.Hêzên dagirker hejmarek malên filistîniyan li derdora herêma El-Seftavi li bakurê bajarê Xezzeyê teqandin ku di encamê de 2 zarok şehîd bûn û 11  kesên din jî birîndar bûn. Omer El-Dîrawî, nûçegîhanê filistînî jî di encama bombebarana mala xwe de li bajarê El-Zewaide li Xezzeyê şehîd bû.

Medyaya Filistînê jî ragihand ku di encama bombebarana malekê li kampa Megaziyê  9 kes şehîd û hinek jî  birîndar bûne.Bi vî awayî hejmara qurbaniyan ji 7ê Cotmeha sala 2023an vir ve rabû 45 hezar û 581 şehîd û 108 hezar û 438 kes birîndar bûne. Ji aliyê din ve, serokê UNRWA Filip Lazarini got ku Rejîma Siyonîst ji destpêka êrişa ser Xezzeyê ve  heya niha êrişî zêde ji 650 cihên girêdayî vê saziyê kiriye. ku di encamê de herîkêm  745 kes şehîd bûn û zêdetirî 2 hezar û 200 kes jî birîndar bûne.Lazarînî her wiha ragehandiye ku di vê heyamê de du ji sê  avahîyên UNRWAyê li Xezzeyê wêran bûne û niha herî kêm 20 xebatkarên alîkariyê yên vê rêxistinê di îsareta siyonîstan de ne.

Hevgavê  êrişa  mûşekî ya îro ya ser bajarokên derdora Xezzeyê, hêzên berxwedana Filistînê êrişên xwe dijî dagirkeran li  mêhwerên pevçûnê li  zîvala  Xezzeyê berdewam dikin.Hêzên Şehîd Omer Qasim jî tekez kirin: Cihê kombûnên  leşkerên siyonîst li meqera dayireya sivîl li rojhilatê kempa Cibaliyê li bakurê zîvala Xezzeyê bi hawanan hatin bombebarankirin.

Serepeyv