Bombebarana konên awareyan li Xan Yûnisê
Li cinayeta herî dawî ya siyonîstan li zîvala Xezzeyê li encama bombebarana konên awareyan li devera El-Mewasî li bajarê Xan Yûnisê 11 filistînîyên din jî şehîd bûn.
454 roj bi ser jînosayda siyonîstan li Xezzeyê re derbas dibe û niha di serma û seqema giran a zivistanê û berf û baranê de, xelkê aware yê Xezzeyê di di rewşa herî xirab di nava dorpêç û cinayetên dagirkeran de dijîn û di cinayeta herî dawî ya siyonîstan derheq êrişa ser konên awareyan li devera Mewasî de 4 zarokên filistînî û 2 jinên filistînî şehîd bûn.
Şehedhalan gotine ku helîkoptereke artêşa dagirker ya Îsraîlê di halekê de êrişî konên awareyan li herêma Mewasiyê kir, ku awareyên ên filistînî di van konan de raza bûn û di dew de bûn.Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî derbarê zêdebûna hejmara şehîdên li Xezzeyê bo 45 hezar û 581 kesî agahî da.Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku Rejîma Siyonîst di 24 sietên derbasbûyî de 5 komkujî li Zîvala Xezeyê pêk anîne ku di encamê de 28 kes şehîd bûne û 59 kes jî birîndar bûne.Ji aliyê din ve çavkaniyên nexweşxaneyan ragihandin ku di encama êrişa kuwadkoptera Rêjîma Siyonîst ser navçeyek li bakurê rojavayê Nuseyratê li navenda Xezzeyê hejmarek ji welatiyên filistînî birîndar bûn.Hevgav tevgera Hemasê bal kişand ser vê yekê ku operasiyona şeva buhurî ya dijî Siyonîstan li Ramullahê îradeya gelê Filistînê ji bo rawestana li ber dagîrkeran û bersiveke rewa jibo cinayetên siyonîstan nîşan dide û daxwaza tundkirina berxwedana li dijî dagirkeran bi hemû şiklên wê kir.