Derbeyên giran ên berxwedana li dagirkeran li Xezzeyê
Seraya El-Quds baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê derbarê derbeya giran a nû li dagikeran li Xezzeyê agahî da .
Li daxuyaniya Tabûra Qudsê de hatiye : Têkoşerên me bi hawanan leşker û alavên wan li kempa Cibalyayê dan ber êrişan û xwefira sîxuriyê ya dagirkeran di dema erkdariya sîxoriyê xistin bin kontrola xwe.
Hêzên Şehîd Omer Qasim jî derbarê êrişên bi hawanê ser navenda kombûna leşkeran û kelûpelên wan li deriyê Selahedînê li başûrê bajarê Refehê agahî dan.
Tabûrên Şehîd Ebû Elî Mistefa jî derbarê êrişa ser navenda fermandetî û kontrolkirina dijminên Siyonîst li mêhwera Netsarimê agahî da.
Hevgav çavkaniyên Îsraîlî ragehandin ku, helîkoptereke leşkerên vê rejîmê ku ji aliyê têkoşerên Berxwedana Xezzeyê ve birîndar bibûn, li nexweşxaneya Tel Heşomîr a nêzîkî Telavîvê daniye.
Artêşa Îsraîlê jî birîndarbûna efserekî xwe li bakurê Xezzeyê piştrast kir.