Kanûn 29, 2024 19:02 Asia/Tehran
  • Pêhişyariya UNRWA`yê li bara rewş zarokên Xezzê

Serokê UNRWA`yê li bara mirina zarokên filistînî ji ber sir û sermayê û nebûna îmkanên bi qas' têrê pêhişyarî da.

Fîlîp Lazarînî, roja yekşemiyê pêhişyarî da ku sir û kêmbûna madeyên sereke li Zîvala Xezzê gefê li jiyana mirovan di germegerma êrişên berdewam ên Îsraîlê ser vê navçeyê dixwe. Eva di halekî da ye ku alav û îmkanên ji bo Zivistanê yên wek petû, eva bi mehan e li navçê li benda îzna derbasbûna nav Xezzê da mane. 

Bernameya Cîhanî ya Xwerinê jî amajeyî giranbûna qeyrana birçîbûnê li Zîvala Xezzê kir û ragihand, evê ajansa kariye tenê nêzî yek sêyê xwerina hewce ji bo piştgîriya ji xelkê Xezzê radest bike. Ajansên NY daxwaza karekî demlidest a navnetewî ji bo şopandina hewcetiyên lezgîn ên xelkê Zîvala Xezzê kirin.

 Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê jî ragihandiye kawilkirina pilandarêştî ya pergala tendirustiyê û dorpêçkirina bakûrê Zîvala Xezzê ku eva zêde ji 80 roj in berdewam e, jiyana bi hezaran filistîniyên mayî yên di vê navçeyî da dixe xeter û metirsiyê. 

Serepeyv