Kanûn 23, 2024 18:03 Asia/Tehran
  • UNRWA: Li Xezzeyê di her sietekê de zarokek canê xwe ji dest dide

Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya NY bo awareyên filistînî (UNRWA) îro ragihand: Li Xezzeyê di her sietekê de zarokek canê xwe ji dest dide.

Fîlîp Lazarînî got: Ji destpêka şerê Rejîma Siyonîst li dijî Xezzeyê heta niha 14 hezar û 500 zarok canê xwe ji dest dane û kuştina zarokan  nayê qebûlkirin.

Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya NY  ji bo Awareyên Filistînî (UNRWA) her wiha got: 14 hezar û 500 zarok ji destpêka şerê Rejîma Siyonîst li dijî Xezzeyê heta niha canê  xwe ji dest dane; Ev ne tenê eded û reqem in, Belku ew jiyan in ku zûtir ji wext bi dawî bûne.

Pêştir Fîlîp Lazarînî tekez kiribû ku hemû şer rê û rêbazên xwe hene, Ji xeynî şerê  Xezzeyê ku tê de hemû rêzik û qanûn hatine binpêkirin. Wî diyar kir: Êrişên  ser dibistan û nexweşxaneyên Xezzeyê bûye pirsgirêkek ku pir berfireh bûye.

Serepeyv