Kanûn 20, 2024 20:15 Asia/Tehran

Di roja 441`an a şerrê Xezzê da, artêşa dagirkir a Siyonîst hîna jî bombebarana navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzê didomîne û di encamê da bi dehan kes şehîd û birîndar bûne.

Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku hejmara şehîdên şerrê dijî Xezzê ji 7`ê Cotmeha sala buhurî ve heta nika gihîştiye 45 hezar û 206kesî û hejmara birîndaran jî rabûye 107 hezar û 512 kesî. Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê herwiha ragihand ku di encama 3 êrişên 24 saetên buhurî yên artêşa terorê ser Zîvala Xezzê da 77 kes şehîd û 174 kes jî birîndar bûne.

Di encama êrişa hewayî ya Rejuîma Siyonîst ser malekê li Beyt Hanûnê li bakûrê Xezzê da 4 kes şehîd û çend kes birîndar bûn. Anegorî vî raporî artêşa dagikir herwiha hin êriş ser navçeya El Ilmî û kempa Cibaliyayê li bakûrê Zîvala Xezzê pêk anîn û hin avahiyên xelktêde li bajarê Beyt Lahiyayê li bakûrê Zîvala Xezzê kavil kirin. Topxaneya artêşa terorê jî navenda kolana El Sikeyê li rojhilata taxa El Zeytûnê li başûr rojhilata bajarê Xezzê bombebaran kir.  

Tabûrên Qesam, baska leşkerî ya Tevegra Hemasê jî basa êrişa sibeha îro ya hêzekî xwe ya bi bikaranîna kêrê ser efserekî rejîma dagirkir û sê leşkeran û istandina çekên wan li kempa Cibaliyayê kir û ragihand tirmbîleka veguhestan leşkeran jî li ZÎvala Xezzê bi destê Berxwedanê ve hatiye rûxandin. Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê jî bi minasibeta Roja Cîhanî ya Hevgirtina Mirovî li ser pêwîstiya zextanîna li ser Rejîma Siyonîst ji bo sekinandina êriş û şerrê dijî Xezzê û şermezarkirina cinayetên vê rejîmê û xurtkirina hevgirtîbûna bi xelkê Filistînê re pêgîrî kir.

Corciyûs Pêtropolos, serokê nivîsgeha hevahengkir a karûbarên mirovdostane ya NY li Zîvala Xezzê jî ragihand dagikirên siyonîst naxwazin careka din derbasgehan ji bo zêdebûna ketina alîkariyên mirovdostane bo Zîvala Xezzê, vekin.

Serepeyv