Serokê UNRWAyê: Rewşa Xezzeyê bikaresat e
Serokê Ajansa Alîkarîgîhandin û Karpeydakirinê bo Awareyên Filistînî ya NY (UNRWA) got: Rewşa Xezzeyê gellekî bikaresat e.
Fîlîp Lazarînî serokê UNRWAyê rewşa mirovî ya li Xezzeyê şiband ``cîhana piştî karesatê`` û got: Ev qeyran usa kûr e ku peyv û gotin têrê nakin.
Lazarînî herwiha got: Kesên ku ji Xezzeyê dizvirin, bi gotin û salixîyan dîmenên şarekî kavil radixin ber çavan , şarê ku niştecîyên wî hatine dorpêçkirin û di nav kavil, kelefe, rêjav û zibilan da bi zehmet ji bo zindîmayînê hewil didin.
Wî herwiha got: Niştecîyên Xezzeyê her roj bi birsîbûn, nexweşî û gefa mirinê ra rûbirû ne. Lazarînî herwiha xwest ku civaka navdewletî demlidest bikeve dewrê û hişyarî da ku heke xemsarî bê kirin, xetera hilweşîna tam a vê herêmê ji hêla mirovî va dê gellekî ciddî be.