Kanûn 12, 2024 18:50 Asia/Tehran

Rejîma Sîyonîst di 24 satên buhurî da 3 komkujîyên din li Zîvala Xezzeyê pêk anîn k udi encama wan da 30 kes hatin şehîdkirin û 99 kes jî hatin birîndarkirin.

Di encama êrişên hewayî yên Rejîma Sîyonîst ser navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzeyê da jî ku ji vê sibê va dest pê bûne, heta vê gavê 40 filistînî hatine şehîdkirin ku 30 kes ji wana li navend û başûra vê zîvalê bûne.

Rayedarên Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Xezzeyê pêgirî kirin ku meytê gelek şehîdan di bin kavilan da maye yan li kolanan ser hev da mane û personelên hawargiheştinê jî nikarin xwe bigihînin birîndaran. 

Munîr Berş Ser-rêvebirê Wezareta Tenduristîyê ya Fiilstînê li Zîvala Xezzeyê ji ber cinayetên hovane yên rejîma dagirker a Israyîlê yên hibmerî filistînîyên bakura Zîvala Xezzeyê rexne kir û got: Xezzeyê, rûyê kirêt û cinayetker ê Rejîma Sîyonîst a dijmin nîşanî hemî cîhanê da.

Hisam Ebû Sefîye Serokê Nexweşxana Kemal Edwan`ê li Beyt Lahîyayê jî bal kişand ser rewşa giran a vê nexweşxaneyê ya di encama êrişên enqest û berdewam ên Rejîma Sîyonîst da û got: Rejîma dagirker a Israyîlê heta şevê jî Nexweşxana Kemal Edwanê dide ber bobmeyan.

Medyayeke ibrî jî derheq cinayetên hovane yên artêşa Rejîma Sîyonîst li bakura Zîvala Xezzeyê mukur hat û nivîsî ku kolanên Beyt Lahîyayê veguherîne kelefe û girên meytan û kesên ku heta vê gavê zindî mane jî, li ber mirina ji birsîya û êrişên berdewam ên Israyîlê ne. 

Di vî halî da Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika rabû 44 hezar û 835 kesî û ya birîndaran jî rabû 106 hezar û 356 kesî. 

Serepeyv