Kanûn 11, 2024 17:36 Asia/Tehran
  • Berteka Hemasê li hember operasiyona şehadetxwaziyê li Têlavîvê: Berxwedan berdewam e

Tevegra Berxwedana Îslamî ya Filistînê(Hemas) pêgîrî kir ku operasiyona şehadetxweziyê li Têlavîvê vî yekî nîşan dide ku berxwedan didome û dikare di kuratiya Erdên Dagirkirî da derbê li dijmin bixe.

Tevegra Berxwedana Îslamî ya Filistînê(Hemas) di daxuyaniyekî da ragihand ku operasiyona vê dawiyê ya li navçeya Bênî Birakê li rojhilata Têlavîvê bersiveka xwezayî li hember cinayet û jînûsayda Rejîma Siyonîst dijî xelkê Filistînê li Zîvala Xezzê û pilanên vê rejîmê ji bo koçberkirina bi darê zorê ya filistîniyan ji Perrava Rojava Çemê Urdinê ye.

Di vê daxuyaniyê da herwiha hatiye ku ev operasiyona bersiveka webirr li hember hikûmeta tundrê ya Rejîma Siytonîst û wezîrên wê û di serê wan da Ismotrîç, wezîrê darayî û Îtmar Bên Gowêyr, wezîrîrê ewlehiya navxwe ya Rejîma Siyonîst e ku gef dixwen ku wê desthilatdariya dagirkiran li ser Perrava Rojava bisepînnin û avakirina bajarokan têde berfireh bikin; Perrava Rojava wê wekî qelemê di çavê dagirkiran da bimîne û hemî hewldanên wan ji bo tevlîkirina erdên wê û koçberkirina xelkê vê navçeyê wê rastî şikestê werin.

Serepeyv